Roja 13 Sipatê wek roja Cîhanî ya Radyoyê
UNESCOyê roja 13 Sipatê wek roja Radyoyê ragihandibû da ku girîngiya Radiyoyê wek amûr û wesiyeteke agahdarkirin û ragihandinê ji cîhanê re nîşan bide û eva bibe sedema danûstandin û pêwendiya navbera gohdarên Radiyoyê û stadiyoyên radiyoyî li qada navneteweyî.
Radiyo ku li sedsala 19-an piştî telefon û telegerafê hate çêkirin bû çavkaniya girîng a ragihandina nûçeyên du şerên cîhanê û bû sedema agahdarbûna xelkê cîhanê derheq bûyer û nûçeyên girîng li cîhanê ku bandoreke ber bi çav li jiyana gelên cîhanê hebûne.
Radiyo ku salên şûnda pêşketî û nûjen bû hîn jî wek amûreke girîng a agahdarkirina bi milyonan kesan li cîhanê tê hesab.
Radyoyê herwiha roleke girîng di warê alîkariyên lezgîn ji bo xelkê ziyandîtî ji ber belayên siruştî de lîstiye û hîn jî ev rola wê berdewam dike û di warê jiyana civakî de jî hîn bi bandor e, bi taybet ji bo deverên dûrketî ji bajaran yên ku ji nemeta ceryan û televîziyonê bê par in.
Li gor bîlançoya ku UNESCOyê raber kiriye niha derdora 44000 stadiyoyên radyoyê li cîhanê hene.
Hejmara stadiyoyên radyoyê li Afrîqayê ji hejmara rojname û kanalên televîziyonê zêde ne.