Trump: Li benda derxistinên ji Koşka Sipî bin
Serokkomarê Emerîkayê derxistina hejmarek ji kedkarên konseya ewlehiya neteweyî ya Koşka Sipî piştrast kirin.
Li gorî rapora NBC`yê, Donald Trump serokkomarê Emerîkayê piştî weşandina nûçeyekê li bara biryara wî ya derxistina hejmarek ji kedkarên Koşka Sipî ji ber lêkolînên îstîzahê ji nûçegîhanan re got ku piştî tebriebûna wî li îstizaha Senayê dixweze ku hejmarek zêde ji kedkarên Koşka Sipî derxîne.
CNN`ê vê dawiyê raghandibû: Ev çavrêtiya heye Robêrt Obrayn şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Koşka Sipî herîkêm 12 rayedarên vê konseyê ji ber meselên têkildarê îstîzaha Trump li Senayê derxîne.
Trump roja îniyê 7 Sibatê jî Gordon Sandlend balyozê Emerîkayê li Yekitiya Ewrûapyê ji ber şehedîdayîna li dijî wî li lêkolînên îstîzaha wî ji posta wî derxist.
Serheng Elêksander Vîndmen, pisporê karûbarên Okraynê li konseya Ewlehiya neteweyî ya koşka sipî jî ji ber şehadeta li dijî Trump li lêkolînên îstîzahê ji posta xwe hatiye derxistin.