Çile 16, 2020 11:33 Asia/Tehran
  • Gêreya di navbera Qahire û Enqerê da gurr bû

Gêreya di navbera Enqere û Qahirê de bidû êrişa Polîsên Misrê ser nivîsgeha Ajansa Nûçan a Anadoluyê li Qahirê gurr bû.

Bidû êrişa hêzên Polîs ên Misrê ser nivîsgeha Ajansa Nûçan a Anadoluyê li Qahirê û girtina hejmareke personelên wê, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê Kardarê Misrê li Enqerê ban kir. 

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê de êrişa hêzên Polîs ên Misrê ser nivîsgeha Ajansa Nûçan a Anadoluyê li Qahirê û girtina hejmareke xebatkarên wê karekî nehêja û tepeserkerane himberî mêdyayan bi nav kir û ew şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ji rayedarên Qahirê xwest ku xebatkarên Ajansa Nûçan a Anadoluyê li Qahirê zûka berde.

Hêzên emnî yên Misrê duh danê êvarê êrişî nivîsgeha Ajansa Nûçan a Anadoluyê ya li Qahirê kirin û 4 xebatkarên wê û welatîyekî Tirkîyê girtin.

Wezareta Karên Hundur a Misrê şeva buhurî ragihand: Nivîsgeha Ajansa Nûçan a Anadoluyê ya li Qahirê dil heye bi belavkirina nûçeyên derew îmaja Misrê reş bike.

Qahire û Enqerê ji sala 2013`ê va peywendîyên xwe yên dîplomatîk ji asta Balyoz daxistine Kardar. Nakokîyên di navbera Misr û Tirkîyê de bidû wajokirina rêkevtinama hevkarîya leşkerî-deryayî di navbera Enqerê û Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê berfire bûne.