Pûtîn berbijarê posta Serokwezîrtîya Ûrsêtê nasand
Çile 16, 2020 11:24 Asia/Tehran
Serokomarê Ûrsêtê, Serokê Dezgeha Xeraca Fêdêral a wî welatî jibo posta Serokwezîrtîyê nasand.
Viladimîr Pûtîn Serokomarê Ûrsêtê, Mîxayîl Mêşostîn Serokê Dezgeha Xeraca Fêdêral a wî welatî weke Serokwezî nasand.
Medvedov û kabîna Ûrsêtê duh çend sietan piştî axavtina salê ya Pûtîn li Parlimanê wêdaçûna xwe ragihandin.
Pûtîn jî ew istêfaya qebûl kir û ji Desteya Wezîran xwest ku heta pêkhatina kabîna nû karên dewletê birêve bibe.
Tê gotin biryar e ku Medvedov piştî wêdaçûnê wek Cîgirê Sêkrêtêrê Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Ûrsêtê karê xwe bidomîne.