Çile 16, 2020 09:05 Asia/Tehran
  • Fransayê xisara ji ber grev û nerazîbûnan ragihand

Nivîsgeha Serokwezîrtîya Fransayê asta xisara ji ber grev û nerazîbûnên himberî guhertina pergala malnişînkirinê li wî welatî ragihand.

Nivîsgeha Serokwezîrtîya Fransayê şeva buhurî ragihand ku ji ber grev û nerazîbûnên gelê vî welatî heta nika 850 milyon Euro xisar li pişka tranzîta bi Qetaran û 200 milyon Euro zîyan li pişka tranzîta bi Otobusan ketîye.

Mideha 42 rojên buhurî de grev û nerazîbûnên berfire dijî guhertina pergala malnişînkirinê li Fransayê hatine lidarxistinê.

Grevên hrîzêde yên personelên pişkên tranzîta bi Qetar û Otobusan bûn ku bûn sedema felecbûna sîstema tranzîta giştî.  

Asêbûna muzakireyên di navbera Yekitîyên Karker û Tacirên Fransayê û Dewletê têkldarî sîyasetên aborî nemaze guhertina pergala malnişînkirinê hela jî didome û çav li rê ye ku bidome jî.