Çile 16, 2020 08:12 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê li Londonê: Plana qebûlkirina Lihevkirina Digel Trump dewsa Rêkevtinama Atomî nayê qebûlkirinê

Balyozê Îranê li Londonê, plana Serokwezîrê Ingilîsê ya qebûlkirina Lihevkirina Digel Trump dewsa Rêkevtinama Atomî ret kir.

Hemîd Beîdînijad şeva buhurî di hevpeyvîna digel Kanala 4 a Ingilîsê got ku Rêkevtinama Atomî hela jî heye û Alman, Ingilîs û Fransa pêkutîyê dikin ku nakokîyan bi rêya dîplomasîyê ji holê rakin.

Balyozê Îranê li Londonê amajeyî Komsyona Hevpar a Rêkevtinama Atomî kir û got ku di çarçova civînên wê Komsyonê de mirov dikare Rêkevtinama Atomî û şiklê cihanîna sozên alîyên ewrûpî hilkolîne.

Beîdînijad herwiha got: Pêngavên Îranê yên kêmkirina sozên navokî ne jibo jinavbirina wê rêkevrinameyê ne û Îranê rêya dîplomasîyê vekirî hîştîye.

Balyozê Îranê li Londonê di eynî demê de ji welatên ewrûpî yên wajokerê Rêkevtinama Atomî re got ku endametîya li Rêkevtinama Atomî ya digel Îranê bêyî sozdarîyê nepêkan û nemayinde ye.