Çile 16, 2020 07:44 Asia/Tehran
  • Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê şandina pêşnumayên istîzaha Trump bo Sênayê pejirand

Meclisa Parlimanteran a Amerîakyê şeva buhurî şandina pêşnumayên istîzaha Serokomarê wî welatî Donald Trump bo Sênayê pejirand.

Meclisa Parlimanteran a Amerîakyê şeva buhurî bi 228 dengên Erê himberî 193 dengên na şandina pêşnumayên istîzaha Serokomarê wî welatî Donald Trump bo Sênayê pejirand. 

Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê roja Çarşem 18`ê Kanûnê di encama dengwergitineke dîrokî da bi pirranîya dengan pêşnumayên istîzaha Trump ku 2 tawanên ``bikaranîna narewa ya desthilatê`` û ``astengîderxistina ser rêya lêkolînên Kongirê`` pejirandibû.

Şeva buhurî jî Nancy Pelosi Seroka Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê 7 parlimanterên Dêmokireat wek ``berpirsê istîzaha Trump`` nasandin. Ew 7 kesana yê demajoya istîzaha Trump li Kongirê birêve bibin. 

Adam Şêf Serokê Komîteya Lêzanînan û Cirald Nadlêr Serokê Komîteya Dadwerîyê yên Meclisa Parlimanterên Amerîkayê di nav wan kesan da ne.

Ligorî qanûnên istîzahê li Sênayê, demajoya muhakimê dê wê rojê destpê bibe ku Pelocy xalên istîzahê raber bike îla ku ew roja Yekşem be.