Çile 15, 2020 19:10 Asia/Tehran
  • Dewleta Rûsiyayê dest ji kar berda

Serokwezîrê Rûsiyayê piştî axivtina salaneye pûtîn serokkomarê vî welatî, nameya dest jikarberdana xwe û dewleta xwe radestî serokkomar kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dîmîtrî Mêdvêdov serokwezîrê Rûsiyayê îro çarşemê piştî axivtina salaneye pûtîn serokkomarê vî welatî, nameya dest jikarberdana xwe û dewleta xwe radestî serokkomar kir.

Veladimîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyayê jî destjikarberdana dewletê qebûl kir û ji wan xwest hetanî pêkanîna dewleta nû karûbarên dewletê birêve biben.

Pûtîn îro li gotinên xwe yên salane bi gotina vê yekê ku roja îro Rûsiyayê hewcetî bi guhatinên sereke heye got: Daxwaza ji bo guhartinan li nav civata Rûsiyayê tiştekî pêwîste û vê yekê em dê cih bînin.

Çavdêrên siyasî bawerin ku Pûtîn guhartin hema ji serokwezîr destpê kiriye.

Mêdvêdov piştî dest jikarberdanê qirare wekî alîgîrê sekretirê konseya ewlehiya Rûsiyayê karê xwe destpê bike.