Pevçûnên giran ên hêzên eskerî li mêhwera balefirgeha Tirablosê
Hêzên dewleta Wifaqa Neteweyî û Hêzên bin fermana general Xelîfe Hefter li mêhwera balefirgeha Tirablosê bi tundî ketin pevçûnê.
Li gorî rapora îro îniyê ya televîzyona Cezîrê, pevçûna navbera hêzên dewleta Wifaqa Neteweyî û hêzên nasiyar bi artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi ferandetiya Xelîfe Hefter li mêhwera balefirgeha Tirablosê li başûrê paytexta vî welatî qewimiye ku li gor raporên xwecihî şîdeta pevçûnê navbera du koman zêde ye.
Di eynî demê de, hêzên dewleta Wifaqa neteweyî ya Lîbyayê ku Tirkiye û Qeterê jê piştgiriyê dike li bara serdestiya ser navça El-Tearê û têkbirina çar trimbêlên zirixî ên îmaratî li vê navçê agahî dan.
Koma nasiyar bi artêşa Neteweyî ya lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefter ku bi salan bi piştgiriya Erebistan, Misr, Îmarat û hin welatên rojavayî ser rojhilata Lîbyayê serdest bibû, li çend mehên vê dawiyê ber bi bakurê vî welatî bi pêşde çûye.