Kanûn 07, 2019 08:24 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya dawîya çardehemîn civîna Komsyona hevpar a Rêketinama Atomî li Vîyenê

Pişikdarên çardehemîn civîna Komsyona Hevpar a Rêekvtinama Atomî di daxûyanîyekê de ragihandin ku Rêkevtinama Atomî ya digel Îranê destkevteke çendalî bûye û weke unsureke kilîdî ya mêkanîzma berbelavnekirina çekên navokî li cîhanê tê hesêb.

Çardehemîn civîna Komsyona Rêkevtinama Atomî duh bi pişkdarîya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd-Ebbas Iraqçî û Cîgira Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê Hêlga Işmît û Rêvebirên Sîyasî yên Wezaretên Karên Derve yên Îranê û Alman, Fransa, Çîn, Ingilîs û Ûrsêtê li avahîya Nuneratîya YE`yê li Vîyenê hat lidarxistinê.

Pişkdarên wê civînê derheq pêbendîya Îranê li sozên xwe mideha 14 mehên piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêkevtinama Atomî û sepandina dubare ya boykotan ser Têhranê de, ku rê li ber sûdwergirtina tam a Îranê ji berjewendîyên rakirina boykotan girt, mukur hatin.

Hemî pişkdarên civînê pêgirî ser girîngîya kilîdî ya cihanîna tam  ûkêrhatî ya Rêkevtinama Atomî ji hêla hemî alîyan ve û vîna wan jibo şopandina hewildanên jibo parastina wê rêekvtinamê kirin.

Di daxûyanîya dawîya wê civînê de herwiha pêgirî ser rola kilîdî ya Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomî wek dezgeha çavdêrîya ser rastbêjîya di warê cihanîna sozên navokî yên Îranê anegorî Rêketinama Atomî û biryarnama 2231 a Civata Ewelhîyê ya NY hat kirinê û pişikdaran piştgirî danê.

Pişikdarên civîna Komsyona Hevpar a Rêkevtinama Atomî di daxûyanîya xwe da herwiha ji biryara dewletên Beljîk, Danmark, Fenland, Holend, Swêd û Norwejê jibo tevlîbûna li mêkanîzma darayîyê ya INSTEX`ê û bikaranîna wê jibo çalakên aborî yên dewletên sêyem pêşwazî kirin.