Kanûn 04, 2019 16:25 Asia/Tehran
  • Sekreterê NATO`yê: Em amadeyî berevaniya ji hevpeymanan li deryaya Baltîkê ne

Sekreterê giştî yê NATO`yê got: Me ji bo berevaniya ji hemî welatên endamê vê peymanê ji wan endamên wê li derdora deryaya Baltîkê hin plan hene.

 Li gorî rapora Associated Press`ê, Jens(Yêns) Stoltenberg, sekreterê giştî yê NATO`yê li kêleka cicîvna rayedarên NATOyê li Londonê li civîneke rojnamevaniyê got: Ji bo cara yekê di dîroka avakirina NATO`yê de me hêza eskerî ya amade bo bicîbûna  li navça Baltîkê heye ku beşek ji hêzên me yên êrişkirinê li navça Lîtwaniyê de bi cîih bûne û fermandetiya wê jî di destê Almanyayê de ye. Şeva buhurî li bara  plana berevaniyê ya NATO`yê me bi rayedarên welatên curbicur ji wan serokkomarê Tirkiyê re gotûbêj kir.

 Sekreterê giştî yê NATO`yê wek berteka li hember gotinên serokkomarê Firansayê ku gotibû NATO, tûşî mirina mejiyê bûye got: Na, wisa nîne û NATO çalak e û xwe li gor  meselên rojê apdêyt û bi roj dike û hevalbendiya herî serketî li dirêjahiya dîrokê ye.

 Di dirêjatiya dîrokê de, her dema ku rewşa cîhanê guheriye, NATO jî guheriye. Bo cara yekê, vê dawiyê hêzên xwe li welatên rojhilata Ewrûpayê bi cih kiriye. Endamên NATOyê niha pêka berê alîkariyên aborî yên zav datînin ber destê NATOyê, di eynî demê de em dibînin ku  Emerîka jî hizûra eskerên xwe li Ewrûpayê berfireh dike. NAT tenha cihek e ku Emerîka û Ewrûpa her roj  têde hevdîtin û gotûbêjê dikin û  meselên hilêxistî hildikolin û li bara wan biryaran didin.  Em li NATOyê meselên ewlehî û stratejîk dişopînin.  Wî got: Rayeadrên welatên endamê NATO`yê him li civîna îro meselên giring mîna rawestana li ber terorîzmê, rawestana li ber qaçaxa çek û sîlehan û peywendiyên me bi Rûsiyê re hilkolin.

 Sekreterê giştî yê NATO`yê got: Bo cara yekê li dîroka avakirina NATO`yê,li civîna îro li Londonê li bara bi desthilatbûna Çînê behs û gotûbêjê bikin. Bi qawetbûna Çînê jibo me him derfet e û him jî astengiyan çê dike. Çîn piştî Emerîkayê xercên herî zêde yên berevaniyê û eskerî yên cîhanê heye. Vê dawiyê jî beşek ji destkewtên nû yên eskerî yên xwe ji wan li beşa atomî nîşan da.