Kanûn 02, 2019 09:03 Asia/Tehran
  • Bargeha têrorîstên Munafiqînê li Albanîyê ket ber erdhejê

Di encama erdhejeke giran li Albanîyê de, bargeha koma têrorîst a Munafiqînê hilweşîya ku di encamê de çend endamên wê koma têrorîst hatin kuştinê.

Ligorî rapora Malpera Balkan News`ê, erdhejek li 5 kîlomêtrîya bargeha Eşref-3`yê ya koma têrorîst a Munafiqînê li bakura rojhilata Albanîyê qewimî ku di encamê de ew bargeha hilweşîya û bi dehan têrorîst hatin kuştinê û birîndar bûn.

Lê rayedarên albanyayî ji ber hestyarbûna vê mijarê, nehîştin mêdya basa vê yekê bikin.

Erdhejek bi giranîya 6.4 rîştêrî jî roja Sêşem 26`ê Mijdarê li derdora şarê Deraç ê Albanîyê qewimî ku girantirîn erdheja di 40 salên buhurî li wî welatî bûye.

Ligorî gotina Serokwezîrê Albanîyê Edi Rama di encama wê erdhejê de 50 kesan canê xwe ji dest dan, nêzî 2 hezar kes birîndar bûn û 2 hezar û 365 avahî jî tûşî xisarê bûn.