Mijdar 09, 2019 18:41 Asia/Tehran
  • 19 kuştî li encama gulleavêtinên Emerîkayê

Navenda tomarkirina şîdetên çekdariyê li Emerîkayê li bara kuştina 19 kesan li encama gulleavêtina li cihên curbicure vî welatî agahî da.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, navenda tomrakirina şîdetên çekdariyê li Emerîkayê roja şemiyê ragihand ku 43 babetên gulleavêtinê li 24 sietên  buhurî li eyaletên curbicure vî welatî qewimîne ku li encama wan herîkêm 19 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn. 

 Li gor vê raporê, piraniya van gulleavêtinan li eyaletên Arkanzas û Karolînaya bakur qewimîne. 

 Navenda tomarkirina şîdetên çekdariyê li Emerîkayê her wiha raghand ku ji destpêka sala 2019`an heta niha 33 hezar û 511 kes li encama  şîdetên çekdariyê li vî welatî hatine kuştin.