Cotmeh 09, 2019 12:35 Asia/Tehran
  • Pelosîyê himberî pişkdarnebûna Qesra Sipî di istîzahkirina Trump de bertek nîşan da

Seroka Meclisa Parlimanterên Amerîkayê Serokomarê wî welatî Donald Trump bi xîyanetê tawanbar kir û got ku kiryara Qesra Sipî ``hewildana jibo nuxumandina xîyaneta`` Trump e.

Seroka Meclisa Parlimanterên Amerîkayê Nansî pelosîyê di bersiva nameya Qesra Sipî ya ku têda ragihandibû di demajoya llkolînên derbarê istîzahkirina Trump de pişkdarîyê nake, di daxûyanîyekê de Trump bi xîyaneta himberî dêmokirasîyê tawanbar kir û got ku Serokomar ne seratir ji qanûnê ye û divê bersivê bide.

Pelosîyê herwiha ragihandîye ku ew nameya bi aşkirayî karekî şaş e û pêngaveke neqanûnî ya din jibo nuxumandina rastîyên karên çavsorane yên dewleta Trump jibo zordayîna ser zilhêzên bîyanî jibo destwerdana di hilbijartinên bê yên serokomartîya Amerîkayê di sala 2020`an de ye.

Qesra Sipî duh di nameyekê de bo Seroka Meclisa Parlimanterên Amerîkayê ragihand ku di demajoya istîzahkirina Serokomarê wî welatî de pişkdar nabe.