Cotmeh 09, 2019 09:04 Asia/Tehran
  • Trump, Tirkîye ''şirîkê mezin'' ê Amerîkayê bi nav kir

Serokomarê Amerîkayê bêyî guh bide rexneyên ji ber vekişîna hêzên amerîkî ji bakura Sûrîyê hevgavê êrişa Tirkîyê ser wê navçeyê, Enqere ''şirîkekî ticarî yê xurt'' jibo Waşîngtonê bi nav kir.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump li Twitterê nivîsî: ''Gellek kes reh û bi hêsaî ji bîr dikin ku Tirkîye şirketa ticarî ya mezin a Amerîkayê ye û qalibên pola yên balafirên cengê yên F-35`ê jibo me saz dike.''

Trump herwiha nivîsî: '' Ji bîr nekin ku Tirkîyê endamê girîng ê NATO`yê ye û Erdogan di 13`ê Mijdarê de weke mêvanê min dê were Amerîkayê.''

Trump herwiha di peyamekê de idia kir ku dewleta wî tevî biryara vekişîna leşkerên amerîkî ji bakura Sûrîyê, yê tu wexta Kurda tenê nehêle. Lê Kurdan ew biryara Serokomarê Amerîkayê ''xîyaneteke mezin'' bi nav kirin.