Cotmeh 08, 2019 17:27 Asia/Tehran
  • Kêmbûna bûceyê li Amerîkayê rekoreka nû tomar kir

Rêveberiya Bûceyê ya Kongreya Amerîkayê (CBO) kêmasiya bûceya dewleta federal di sala 2019an da 984 miliyar dolar texmîn kir ku reqema herî jor ji sala 2012an û pêve tê hisab.

Li gorî rapora malpera Hill'ê, ev reqem sedî 4,7ê berhemanîna nexalis a navxweyî ya Amerîkayê ye.

Kêmasiya bûceya Amerîkayê ku ji sala 2015an va zêdebûneke miliyar dolarî hebûye, îsal li bercî sala 2018an bi zêdebûneke sedî 26ê, gihîştiye 205 miliyar dolarî.

Rêveberiya Bûceyê ya Kongreya Amerîkayê (CBO) hişyarî da ku kêmasiya bûceyê û deyna dewleta vî welatî ketiye ser pêvajoyeke guhêrbar.

Ji dema desthilatdarbûna Donald Trump, derhatên dewleta Amerîkayê li pey kêmbûna berhemanîna nexalis a navxweyî û sermalê, kêm bûye.

Li gorî amara Weareta Xizînedariyê ya Amerîkayê, kêmbûna bûceya vî welatî îsal yê ji trîliyonek dolarê zêdetir bibe.