Îlon 21, 2019 19:45 Asia/Tehran
  • 7 serçeteyên Boko Heramê li Nîciryayê hatin kuştin

Artêşa Nîciryayê ragihand ku herî kêm 7 kes ji serçeteyên koma têrorîst a Boko Heramê di operasiyona hêzên çend miliyetî û Nîciryayê li navçeya Gola Çadê de hatin kuştin.

Li gorî rapora Xinhuayê, Artêşa Nîciryayê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêza çend miliyetî û artêşa vî welatî bi operasiyoneke hevpar bi topxane û êrîşên esmanî, veşartgeha Boko Heramê li bajarê Tombûsê li navçeya Gola Çadê dane ber bombeyan û di encamê da 7 serçeteyên Boko Heramê li Nîciryayê hatin kuştin.

Koma têrorîst a Boko Heramê sala 2009an bi armanca bicihbûna li bakurê Nîciryayê çek rakir û êrîşên xwe li ser Nîcir, Çad û Bakurê Kamêronê berfireh kirin.

Boko Heramê di vê heyamê da, zêde ji 20 hezar kes li Nîcirya, Kamêron, Nîcir û Çadê kuştine û zêd eji du miliyon kes jî derbider kirine.

Bêşiyaniya dewletên li navçeya çalakiya koma têrorîst a Boko Heramê bi taybet Nîcirya, bûye sebeba dirêjbûna pêvajoya sekinîna li he,berî vê koma têrorîst.