Îlon 20, 2019 19:21 Asia/Tehran
  • Helwêsta Rûsiyê dijî kêşesaziyên Amerîkayê li Rojavaya Asyayê

Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê ji kiryarên kêşesaz ên Amerîkayê li Rojavaya Asyayê rexne kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Mariya Zaxarova, Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê îro Îniyê bi rexneya ji kiryara dewleta Amerîkayê derbarê pêkanîna hevpeymaniya deryayî li Kendava Farsê got: Ev hevpeymanî dê nebe sebeba aramiyê li vê navçeyê.

Mayk Pompêo, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê duh anku Pêncşemiyê îdia kiribû ku Waşîngton hema wisa li dû rêkara bi aştî li navçeyê û pêkanîna hevpeyivînê ye.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê îro Îniyê tevî rexneya jui bernameya Amerîkayê jibo damezirandina hevpeymaniyekê li Rojavaya Asyayê, dahêneriyên dîplomatîk ên Têhranê di asta cîhanî û navçeyî da jibo rêkara gotûbêja bi aştî hilêxist.

Amerîkayê di hefteyên dawî da hewil daye ku hevpeymaniyek ji welatên cûrbicûr jibo tiştê ku dabînkirina ewlehiya gemîvaniyê li Kendava Farsê û Tengava Hormuzê dizane, damezirîne, lê heta hevpeymanên ewropî yên Koşka Sipî jî  pêşwaziya vê yekê nekirine.