Îlon 20, 2019 10:20 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên teqîna erebeya bombebarkirî di parêzgeha Zabola Efganistanê

Hejmara kuştiyên teqîna erebeya bombebarkirî di parêzgeha Zabola Efganistanê gihîşte 20 kesî.

Li gorî rapora Farnce Pressê, Etacan Heq, Serokê Konseya parêzgehî ya Zabola başûrê Efganistanê ragihand ku di encama teqîna erebeyeka bombelêbarkirî li ber avahiya ofîsa Istixbarata Efganistanê li bajarê Qelatê ya navenda parêzgeha Zabolê, 90 kes jî birîndar bûn.

Di nava kuştiyan da hejmareke jin û zarokan jî hene.

Pêştir çavkaniyên Efgan, hejmara kuştiyan sê kes û ya birîndaran 40 kes ragihandibûn.

Koma Talibanê ev êrîş hildaye ser milê xwe.