Îlon 19, 2019 19:07 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Lavrof li ser lêkolîna bêla derbarê bûyera Aramkoyê

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li ser pêwîstiya lêkolînên bêterefane derbarê êrîşa firokeyên bêpîlot li ser binkeyên petrola Erebistanê (Aramko) pêgirî kir.

Li gorî nivîsîna ajansa Interfeksê, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrof îro Pêncşemiyê got: Lêkolînên navneteweyî ku derbarê bûyera Aramkoyê dest pê bûne, divê bêyî alîgiriyê bin, ji ber ku tawanbarkirina bêbingeh û li gorî agahiyên piştrastnebûyî, tenê kêşeyê gurrtir dike.

Lavrofî her wiha got: Hemî welatên derdora Kendava Farsê divê li dor maseyekê li hev bicivin û bona kêmkirina kêşeyê muzakire bikin.

Rayedarên amerîkî di dewama helahela û hilêxistina derewan, tawanin bêbingeh û bêbelge li bara hebûna rola Îranê di êrîşa ser binkeyên petrolê yên Erebistanê hilêxistin.

Yekîna balefirên bêpîlot ên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, şemiya buhurî wek bersiva bo cinayetên  hevalbendiya siûdî li Yemenê, bi 10 balefirên bêpîlot, palîngehên Buqeyq û Xureysê yên şîrketa neteweyî ya nifta Erebistanê dan ber êrişan.

Ji ber êrîşa leşkerî ya hevpeymaniya Siûdî li ser Yemenê, bi dehan hezar welatiyên sivîl li vî welatî hatine kuştin an birîndar bûne.