Tebax 15, 2019 18:56 Asia/Tehran
  • Dêmokratên Kongreya Amerîkayê, Nêtanyahû hişyar kirin

Dêmokratên Kongreya Amerîkayê Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst hişyar kirin ku jibo seredana du parlementerên misilman ji Mizgefta Eqsayê astengiyê dernexîne.

Li gorî rapora Waşîngton Postê, Komeka endamên Dêmokrat ên Kongreya Amerîkayê, Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst Bênyamîn Nêtanuyahû, hişyar kirin ku bila jibo çûyîna Îlhan Omer û Reşîde Talib du endamên misilman ên Kongreyê bo Filistîna dagirkirî û seredana Mizgefta Eqsayê li Qudsê astengiyê dernexîne.

Bênyamîn Nêtanuyahû, Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst roja Çarşemiyê got: Îlhan Omer û Reşîde Talibê ji ber piştevaniya ji Tevgera Boykotkirina Israîlê, dê destûra xwe ya ketina nav Qudsê tinebin.

Rayedarên Rêjîma Siyonîst hîn bi awayê fermî qedexetiya hatina Îlhan Omer û reşîde Talibê ranegihandine, lê tê gotin ku Donald Trump ji Nêtanyahû xwestiye ku van du parlementerên jin ên ku siyasetên wî rexne dikin, nehêle ku bên Qudsê.

Îlhan Omerû reşîde talibê bi caran li dijî siyasetên Trump ên piştevaniya ji cinayetên Rêjîma Siyonîst axivîne.

Çalakên şaristanî li Ewropa û Amerîkayê di mehêîn dawî da jibo boykotkirina Rêjîma Siyonîst kiryarin berfireh cih anîne.