Tebax 15, 2019 17:18 Asia/Tehran
  • Bi astengîderxistina Amerîkayê, azadkirina gemiya Grace 1`ê paşda ket

Li pey daxwaza Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê ji dewleta xwecihî ya Cebel Tariqê, azadkirina Keştiya Grace 1`ê ya hilgira petrola Îranê paşda ket.

Li gorî rapora Reutersê, Çavkaniyên dewletî yên Amerîkayê ragihandin ku Wezareta Dadweriyê ya vî welatî bi şandina nameyekê bo rayedarên Cebel Tariqê, daxwaza dirêjkirina destdanîna ser keştiya petrolê ya Grace 1`ê kiriye.

Rojnameya Cebel Tariq Kronîkelê (Gibraltar Chronicle) jî ragihand: tevî ku biryar bû keştiya hilgira petrola Îranê sibeha Pêncşemiyê li gorî dema xwecihî were azadkirin, lê piştî daxwaza Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê, ev biryar herîkêm çend saetan paşda ketiye.

Vê rojnameyê her wiha ragihand: Dadgeha Bilind a Cebel Tariqê di eynî demê da tevî bêsûczanîna ajovanê keştiyê û sê xizmetkarên keştiya Grace1`ê. biryara azadkirina wan daye.

Reutersê ragihand ku ev çar kes hatine berdan.

Hêza Deryayî ya Brîtanyayê roja 4ê Tîrmehê bi awayekî neqanûnî keştiya Grace 1`ê ya hilgira petrola Îranê li tengava Cebel Tariqê ku dewleta xwecihî ya wê di bin hakimiyeta Londonê da ye, desteser kir.

Li pey vê kiryara neqanûnî, çar kes ji xizmetan karan ji wan ajovanê keştiyê jî li nav keştiyê hatin girtin û pasportên wan hatin istandin.

Komara Îslamî ya Îranê ev kar wek Diziya Deryayî daye zanîn û daxwaza azadkirina vê keştiyê kiriye.