Tebax 15, 2019 10:25 Asia/Tehran
  • Serokê Partîya Karker: Bila Conson were istîzahkirinê

Serokê Partîya Karker a Ingilîsê ku dijî dewleta vî welatî ye, di namayekê de bo endamên meclisa vî welatî ji wan xwest ku Serokwezîrê Borîs Conson istîzah bikin û wî wekî serokê demkî yê dewletê hilbijêrin.

Serokê Partîya Karker a Ingilîsê Jeremy Corbyn di wê nameyê de ji endamên meclisa Ingilîsê xwest ku piştgirîyê bidin plana wî girtina pêşîya ihtimala vekişîna bêyî lihevkirinê ya Londonê ji YE`yê.

Serokê Partîya Karker a Ingilîsê herwiha got ku wî dil heye di mecala yekem de pêşnumaya nebûna pêbawerîyê ya dewletê cih bîne.

Korbîn di dewama wê nameyê de ragihand ku heke pêwîst be, yê dema Brexitê dirêj bike.

Serokê Partîya Karker a Ingilîsêherwiha piştgirîya xwe ji lidarxistina giştpirsîya dubare ya têkildarî Brexitê ku têda bijareya mayîna li YE`yê dê were bicihkirinê, ragihand.

Sedî 52`yê pişkdarên ingilîsî di giştpirsîya sala 2016`an de dengê Erê dan cidabûna vî welatî ji YE`yê.

Ji ber ku Ingilîsê heta nika nekarîye ji YE`yê vekişe, 2 dewletên Dêyvîd Kemêron û Tressa Mêyê ji desthilatê hatine wêdadayînê.

Serokwezîrê nû yê Ingilîsê Borîs Canson ragihandîye ku heke pêwîst be yê di dema kivşkirî yanî 31`ê Cotmehê de bêyî lihevkirinê ji YE`yê vekişe.