Tebax 13, 2019 10:33 Asia/Tehran
  • Çûna rêberê şîeyên Nîceryayê bo Hindustanê

Şêx Îbrahîm Zekzakî rêberê şîeyên Nîceryayê bi jina xwe ve bo dermankirina nexweşiya xwe duh berêvarê terka vî welatî da û ber bi Hindustanê rê ket.

Ev sefera rêberê şîeyên Nîceryayê şêx Îbrahîm Zekzakî bo Hindustanê piştî hikmê dadgeha bilind a Kadonaya Nîceryayê cih tê.

Şêx Îbrahîm Zekzakî û jina wî 13 Kanûna 2015 ji ber êrişa leşkerên Nîceryayê ser husêniyeya bajarê Zaryayê hate girtin, di encama wê êrişê bi sedan kes ji şîeyên Nîceryayê jî şehîd bûn.