Rojnameke fransî: Îran pêbendê sozên xwe li gorî Rêketinama Navokî bûye
Rojnama firansî ya Le Pointê raghand ku Îran ji dema îmzekirina hevhatina navokî ve û heta piştî derketina neqanûnî ya Emerîkayê ji vê hevhatinê, ser hemî sozên xwe sekiniye.
Rojnama Le Point çapa Parîsê, roja şemiyê li raporekê nivîsî: Xemsariya Ewrûpayê li hember kiryarên Emerîkayê, bû baîs ku Têhran zêdekirina zimhêra oranyoma meyandî ya di asta kêm de û di dewamê de jordabirina asta zengînkirinê bixe rojeva xwe de.
Balyozê berê yê Firansayê li Têhranê Firansowa Nîkolo jî pêştir teqez kiribû ku Ewrûpa divê hin par û pişkan ji bo Îranê berçav bigre da ku muzakirên navbera her du aliyan vegerin rewşa asayî.
Serokkomarê Emerîkayê Donald Trump, piştî derketina neqanûnî ji rêketina navokî li çarçoveya siyaseteka nasiyar bi zexta herî zêde berê xwe daye kiryarên hander û muherik ên zav.
Siyaset û kiryarên şerxwazane û bi gef ên Koşka Sipî bi berteka neyînî ya rayedarên emerîkî û her wiha dewletên ewrûpî rûbirû bûye.
Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê, jî teqez kirine ku her cure kiryarên şerxwazane yên Emerîkayê, dê bertekên qahêm bi dû xwe re hebin.