Tîrmeh 13, 2019 20:16 Asia/Tehran
  • Sî û pêncemîn hefteya nerazîbûna Êlegzeran li Fransayê

Neraziyên li hemberî siyasetên dewleta Fransayê nasyar bi Tevgera Êlegzeran xwenîşandana xwe di heftiya sî û pêncem a li pey hev domandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Komeke zêde ya nerazîyên li hemberî pergala sermiyandariyê nasyar bi Tevgera Êlegzeran sibeha şemiyê derketin nav kolanên Fransayê da ku di sî û pêncemîn heftiya li pey hev nerazîtiya xwe li hemberî siyasetên abûrî yên Qesra Êlîzê nîşan bidin.

Kombûna Êlegzeran ji billî Parîsê li bajarên din ên Fransayê jî hat lidarxistin.

Tevgera itirazî ya Êlegzerên Fransayê ji 17`ê Mijdara 2018`an va bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara dewletê ya zêdekirina bihayê ardûyê û kêmkirina bac û xeraca li ser zengînên civakê dest pê bû, lê hêdî hêdî daxwazên wan zêdetir bûn.

Di encama êrişa hêzên polîs ser xwenîşanderan de heta niha 10 kes hatine kuştin û 4 hezar kes ji nerazîyan jî birîndar bûne.