Tîrmeh 13, 2019 19:48 Asia/Tehran
  • 16 li Emerîkayê hatin kuştinê

Navenda Tomarkirina Şîdetên Biçekan a Emerîkayê ragihand ku 45 kes di encama gulleavêtinên di şev û roja buhurî li vî welatî de hatin kuştinê û birîndar bûn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, di encama 50 babetên gullevaêtinê di 24 sietên buhurî li eyaletên curbicur ên Emerîkayê de, herîkêm 16 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora Navenda Tomarkirina Şîdetên Biçekan a Emerîkayê, ev gulleavêtin li eyaletên  Karolînaya Bakur, Karolînaya  Başûr, Vîrcînyaya  Rojava û Arkanzasê qewimîne.

Navenda Tomarkirina Şîdetên Biçekan a Emerîkayê, her wiha raghand ku di encama 129 babetên gulleavêtinê di 24 sietên buhurî de yanî ji pêncşemê heya îniyê li bajarên curbicur ên Emerîkayê, 47 kes hatine kuştin û 63 kes jî birîndar bûne.

Salê bi hezaran kes li encama gulleavêtinê li navçên curbicur ên Emerîkayê tên kuştin an birîndar dibin.

Tevî daxwaza komên alîgirê mafên welatîbûnê li Emerîkayê ji ber qaweta lobiya çek û sîlehan heya niha tu yek ji dewletên Emerîkayê li bara  sînordarkirina firotina çek û sîlehan li vî welatî karek nekirine.

Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji alîgirên sereke yê fabrîkeyên çêkirina çek û sîlehan li vî welatî ye.