Tîrmeh 13, 2019 19:35 Asia/Tehran
  • FBI`yê li bara talûka terora dijberên siûdî li Emerîkayê hişyarî da

Polîsê Federal ê Emerîkayê, FBI`yê neyarên rejîma Siûdî û kesên nêzîkî Xaşuqçî derbarê wê yekê de ku gef li canê wan bê xwarinê, hişyar kirin.

Malpera nûçan a Middle East raghand: FBI`yê hişyarî daye çar erebistaniyan û dijberekî ereb ku rûniştiyê Emerîkayê ne û bi Cemal Xaçuqçî, rojnamevanê rexnegirê siûdî re peywendiya wan hebûye ku canê wan di xeterê de ye û renge bi destê kirêgirtiyên siûdî bên terorkirin.

Çavkaniyên emerîkî dibêjin ku Polîsê Federal (FBI) û Rêxistina  Îstixbarata Navendî ya CIA piştî ku Xaçuqçî hate kuştinê, bi kesên nizîkî wî re li Emerîka, Kanada û Norvejê peywendî hebûne, ji ber ku dilgiranê canê wan in.

Xaşuqçî ku bi caran Rejîma Siûdî ji ber binpêkirina mafên mirovan û cinayetên cengî li Yemenê  şermezar kiribû serê axir 2 Cotmeha 2018`an li nav konsûlxana Erebistanê li Stembola Tirkiyê bi awayekî kirêt hat kuştin.

Saziyên Îstixbaratî ji wan CIA ê raghandin ku ev kuştina ser fermana  şexsê welîehdê siûdî cih hatiye.

Lê dewleta Emerîkayê hazir nîne ku piştgiriya ji welîehdê siûdî venihêre û li bara  vê cinayeta xwe şiroveyê bide.