Tîrmeh 13, 2019 17:46 Asia/Tehran
  • Gotûbêja ticarî navebra Hind û Amrîkayê bêencam bi dawî hat

Gotûbêjên Ticarî navebra Hind û Amerîkayê jibo çareserkirina nakokiyên di warê tarifên gumrikî de, bêyî bidestxistina encamekê bi dawî hatin.

Li gorî rapora kanala NDTV'yê ya Hindê, Rayedarên agah ên vî welatî ragihandin ku di hevdîtina rayedarên Hindî û Amerîkî de ku duh li Dêhliya Nûya paytexta Hindê li ser tarifên gumrikê pêk hat, tu lihevkirinek pêk nehat.

Li gorî gotina rayedarên Hindî, nûnerên Amerîkayê di gotûbêjên xwe digel aliyê Hindî da, daxwaza betalkirina tarifên gumrikên Hindê li ser kelûpelên amerîkî kirin, lê rayedarên Hindê ev daxwaza qebûl nekirin.

Salekê piştî sepandina tarifê li ser Pola û Bafûna Hindê ji hêla Amerîkayê ve, Dêhliya Nû meha bihurî tarifa gumrikê li ser 29 cûre kelûpelên Amerîkayê ji wan gîz, badem û dexl û danan bihayê 235 miliyon dolarî, sepand.

Serokomarê Amerîkayê destpêka vê mehê mixabiniya xwe ji tarifên Hindê li ser kelûpelên amerîkî diyar kir û ji Dêhliya Nû xwest ku van tarifan rake, lê Dêhliya Nû rakirina van tarifan girêdayî bi kiryara beranber a Amerîkayê kiriye.