Tîrmeh 13, 2019 17:11 Asia/Tehran
  • Almanyayê hevalbendiya ewrûpî bona rizgaririna penaberan pêk were

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê pêgirî ser pêwîstiya pêkanîna hevalbendiya ewrûpî bona rizgarkirina penaberan û rola giring a Berlînê di vî warî de kir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan DPA`yê, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Hayko Mas roja şemiyê got ku Ewrûpa hewcedarê hevlbendiyeke welatan a amade bo alîkariya koçberan û her wiha bernameyek bo parvekirina kar û baran di navbera wan de ye.

Mas got: Almanya amade ye ku pişkeke berbiçav a vî karî bike û garantiyê bide ku her tim hejamreke zêde ji penaberên rizgarbûyî werdigre.

Di salên derbasbûyî de hejmareke zêde ji welatiyan li rojavaya Asiyayê û li bakurê Efrîqayê, bona rizgarbûna ji şîdet û bêewlehîtiya aborî, civakî û siyasî hewl didin terka welatê xwe bidin û xwe bighînin Ewrûpayê.

Piraniya welatên ewrûpî ji wan Îtalya li perava Medîteranê, di mehên buhurî de tivdîrên giran li dijî koçberan berçav girtine.