Daxwaza Çînê ji Konseya Ewlehiyê bona kêmkirina boykotên dijî Koreya Bakur
Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê daxwaza gotûbêja endamên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara kêmkirina boykotên vê rêxistinê yên li dijî Koreya Bakur kir.
Li gorî rapora roja şemiyê ya Xîn Hawayê ji Pikenê, Gong Şuwang got ku Çînê ji Konseya Ewlehiyê ya NY xwestiye ku gotûbêja li bara guhertina qanûnên têkildarî boykotan li dijî Koreya Bakurdi dema qirarkirî de destpê bike.
Vî rayedarê çînî got ku Helwesta Çînê eva ye ku ji ber pêşketinên erênî li nîvgirava Koreyê bi taybet hewldanên cihhatî ji aliyê Koreya Bakur li warê jiçekkirina navokî, gotûbêjên li bara guhertina qanûnên têkildarî boykotan di dema qirarkirî destpê bibin
Beriya Çînê, Rûsiyê jî daxwaza hevsengkirina boykotên NY li dijî Koreya Bakur kiribû.
Tevî pêngavên erênî yên Koreya Bakur li warê mûşekî û navokî di yek sala buhurî de, Emerîkayê heya niha nehiştiye boykotên dijî welatê hanê bên kêmkirin