Tîrmeh 13, 2019 16:44 Asia/Tehran
  • Operasiyona girtina koçberên neqanûnî li Amerîkayê dest pê bû

Serokomarê Amerîkayê destnîşan kir ku pêla berfireh a girtina koçberan yê vê hefteyê li seranserî Amerîkayê dest pê bibe.

Li gorî rapora Reutersê, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Îniyê ev mijar di rewşekê de piştrast kir ku li gorî bawera karzanan, gotinn Trump bi armanca bêhêvîkirina wan kesan pêk tê ku ji Amrîkaya Navendî berê xwe dane sînorêîn başûrî yên welatê Amerîkayê.

Li gorî vê raporê, ev operasiyon ku biryar e di heyama 10 rojan de pêk bê, dê wan malbata bike armanc ku vê dawiyê ji aliyê dadgehên warê Koçberiyê fermana dersînorkirina wan hatiye dayîn, lê hîn terka vî welatî nekirine.

Trump roja 5ê Tîrmehê tevî berevaniya ji siyasetên xwe yên dijî Koçberiyê, gotibû ku dora nû ya girtina berfireh a koçberên neqanûnî jibo vegerandina wan li welatên xwe bi zûtirkê dê dest pê bibe.

Dewleta Amerîkayê her wiha zexta li ser dewletên Mêkzîk û welatên Amerîkaya Navendî zêde kiriye da ku rê li ber pêla berfireh a koçberiyê bi ber bi başûrê Amerîkayê bigirin.