Rawêjkarîya Madoro digel Koma Navnetewî ya Têkilîyê
May 17, 2019 19:20 Asia/Tehran
Serokomarê Venezuelayê di hevdîtina digel Koma Navnetewî ya Têkilîyê li Karakasê de, civîna digel vê komê erênî û avaker zanî.
Serokomarê Venezuelayê Nîkolas Madoro civîna xwe ya duh digel Koma navnetewî ya Têkilîyê girîng û avaker zanî û di wê civînê de pêgirî ser meyla xwe jibo dewama gotûbêjên aştîyane derbarê çareserkirina nakokîyên navxweyî da kir.
Madoro herwiha ber û layên nerênî yên boykotên aborî û darayîyê yên Amerîkaya ``emperyalîst`` û bandora wan ser jîyana gelê Venezuelayê bibîr xistin.
Koma Navnetewî ya Têkilîyê ya Venezuelayê ji welatên ewrûpî û Amerîkaya Latîn pêk tê, hewil dide ku rêyên çareserkirina biaştî ya qeyrana Venezuelayê peyda bike.