May 16, 2019 18:51 Asia/Tehran
  • Madoro ketina hêzên amerîkî nav balyozxana wî welatî li Waşîngtonê şermezar kir

Serokomarê Venezuelayê Nîkolas Madoro ketina hêzên amerîkî nav balyozxana wî welatî li Waşîngtonê şermezar kir.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fransayê (AFP), Serokomarê Venezuelayê Nîkolas Madoro got: Amerîkayê sînorê balyozxana Venezuelayê li Waşîngtonê binpê kirîye di halekî da ku divê rêz li sînor û parastîbûna balyozxanê bê girtinê.

Madoro herwiha got: Ligorî hiqûqa navnetewî, Serokomarê Amerîkayê Donald trump him ji hêla qanûnî û him ji hêla exlaqî berpirsê binpêkirina sînorê balyozxana Venezuelayê li Waşîngtonê ye.

Madoro pêgirî kir ku hîç dadwerek li Amerîkayê nikare fermana derxistina dîplomatên venezuelayî ji balyozxanê bide û em ê vê dosîyê li sazîyên navnetewî hilêxin û ew karê Amerîkayê sefêkatîyeke rastî ye û Karakas ewê şermezar dike.

Polîsên Amerîkayê duh êrişî balyozxana Venezuelayê li Waşîngtonê kirin û hejmara kêm a personelên mayî yên nuneratîya Karakasê li Amerîkayê derxistin.

Berî vîya di 24`ê Nîsanê de dîplomatên venezuelayî balyozxana vî welatî li Waşîngtonê terikandibûn.