Nîsan 21, 2019 19:00 Asia/Tehran
  • Lidarxistina cejna jidêbûna hezretê Mehdî li welatên curbicur ên cîhanê

Cejna jidêbûna hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) danzdehemîn imamê Şîeyên cîhanê li welatên curbicur ên cîhanê hat lidarxistinê.

Cejna jidêbûna hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) danzdehemîn imamê Şîeyên cîhanê bi pişkdarîya hejmarek îranîyên niştecihê Çînê li Balyozxana Îraên ya li Pêkenê hat lidarxistinê.

Cejna jidêbûna hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) danzdehemîn imamê Şîeyên cîhanê bi hevkarîya Rawêjkarê Çandê yê Balyozxana Îranê li Çînê û Civata Xwendekarên Zanîngehan a Pêkenê hat lidarxistinê. Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê Emîr Hisên Xanzadî, Sefîrê Îranê li Çînê Mihemed Kişawerzzade, xwendekarên zanîngehan, tacir, dîplomat û hejmarek personelên Balyozxana Îranê jî di vê merasimê de pişkdar bûn.

Rawêjkarê Çandî yê Balyozxana Îranê li Pêkenê Ebbaselî Wefayî di vê merasimê de got: Bawerîya li Mehdewîyetê ji isûlên bingehîn ên berfirekirina dadperwerîyê û serhildana dijî zilm, sitem û zorbêjîyê ye.

Li şarê Mînsk paytexta Bilarûsê jî cejna jidêbûna hezretê Mehdî (Xwedê di zuhûra wî de lezê bike) danzdehemîn imamê Şîeyên cîhanê bi pişkdarîya xwendekarên zanîngehan ên îranî yên niştecihê vî şarî, Şîe û hogirên Ehlibeytê (S) ên welatên curbicur û malbatên personelên sazî û dezgehên dewleta Îranê li Bilarûsê hat lidarxistinê.

Îro Yekşem 15`ê Şeibanê hevgavê 21`ê Nîsanê salroja bimbarek a jidêbûna danzdehemîn imamê Şîeyên cîhanê, hezretê Mehdî (Xwedê di zihûra wî de lezê bike) ye.