Nîsan 19, 2019 19:19 Asia/Tehran
  • Amerîka teslîmî merca Koreya Bakûrî bona dewama gotûbêjan bê Pompêo bû

Wezareta karên derve yê Amerîka li daxûyaniyekê ragihand: Waşîngton amadeye gotûbêjên navokî tev Koreya Bakûrî bêyî hizûra Mayîk Pompêo bidomîne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sputnîkê; Wezareta karên derve yê Amerîka li halekê li daxûyaniyekê ragihand ku  Waşîngton amade ye gotûbêjên navokî tev Piyong-Yangê bêyî hizûra Mayîk Pompêo bidomîne ku Koreya Bakûrî pêncşemê ji dewleta Amerîka xwestibû bila Pompêo pişkdariya van civînan neke û kesek din ku baqiltir û baştir e li dewsa wî pişkdariya van civînan bibe.

Kûng Cong Gan karbidestekî derecebilind li wezareta karên derve yê Koreya Bakûrî gotibû ku Popêo berpirsê işkesta dewra dudyane gotûbêjên di navbera Trump serokkomarê Amerîka û Kîm Cong Un rêberê Koreya Bakûrî li Hanoyê paytexta Viyetnamê bûye.

Wî ragihand ku siyasetên Amerîka li nêvgirava Koreyê bûye sebeb ku rewşa vê navçê tevlîhev bibe û Piyong-Yang jî pilanên xwe yên navokî bidomîne.

Koreya Bakûrî çarşemiya bihurî dîsa mûşekek nû yê taktîkî ku ji dûrve tê kuntrolkirin ceriban.

Eva ewil cere piştî hevdîtina Trump û Cong Un li Viyêtnamê ku Koreya Bakûrî mûşekekî nû diceribîne.