Adar 17, 2019 16:13 Asia/Tehran
  • Civata Cîhanî ya Aştiya Îslamî cinayeta terorîstî ya Zelanda Nû şermezar kir

Civata Cîhanî ya Aştiya Îslamî bi weşandina daxuyaniyekê cinayeta terorîstî ya Zelanda Nû û qirkirina misilmanên bê guneh di vî welatî de şermezar kir û ew mînakek ji terorîsma bin bandora Pergala Serdestxwaz da zanîn.

Civata Cîhanî ya Aştiya Îslamî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku dijminên aştî, edalet û parastina şerafet û kerameta însanan li her derekî cîhanê, hîn jî terorîsm ji hedef û armancên xwe re wek anmûrek dibîne û jê bona sekinîna li ber mafên mirovan û qayideyên civaka navneteweyî behre digire.

Di vê daxuyaniyê de tekez bûye: Kiryara terorîstî ya komeke nijadperest li dij misilmanên ku di mizgevtê de mijûlî bicihanîna rê û resm û ayînên xwe yên olî û nimêjê bûn, bû  sedema şehîdbûna hejmareke mezin ji mêr, jin û zarokên misilman û birîndarbûna gelek misilmanên din, ji xwe eva mînakek ji terorîsma bin bandora Pergala Serdestxwaz e.

Civata Cîhanî ya Aştiya Îslamî ji dewleta Zelanda Nû, rêxistin û dezgehên huqûqî û navneteweyî xwestiye ku li nasandina sebebkar û piştgirên muhtemel ên êrişa terorîstî li dijî misilmanan gavên pêwîst bavêje.

Li gor nûçeya Ajansa Reutersê terorîstên çekdar roja înê li bajarokê Krîstçurç li devera Hagley Park a Zelanda Nû, êrîşî ser nimêjkirên du mizgeftên Al Noor û Linwood kirin ku heya niha 50 kesan di encama wê kiryara terorîstî jiyana xwe ji dest dane û derdora 50 kes jî birîndar bûne.

Heya niha gelek ji rayedarên welatên cihanê ev cinayeta şermezar kirine.