Adar 16, 2019 20:20 Asia/Tehran
  • Gefxwarina Waşîngtonê dijî Dîwana Navnetewî ya Cezayê didome

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê careka din gef li Dîwana Navnetewî ya Cezayê xwar.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gef kir ku Waşîngtonê tivdîrên tenbîkirinê derheq Dîwana Navnetewî ya Cezayê destpê kirine û hemî kesên têkildarî lêkolînên ihtimalî yên dijî leşkerên amerîkî di şerê Efganistanê yan welatên din de yê ji vîzeya Amerîkayê bêpar bike.

Pompeo di eynî halî da nav û hejmara kesên ku ketine ber wê tivdîra tenbîkirinê ya Amerîkayê îlan nekir.

Dozgera Dîwana Navnetewî ya Cezayê Fatou Bensouda di destpêka Mijdara sala 2018`an de ragihand ku yê ji dadwerên vê dezgehê bixwaze ku rê bidin lêkolînên dadwerîyê derbarê babetên ihtimalî yên cinayetên cengê ku leşkerên amerîkî di şerê li Efganistanê de kirine bên kirinê.