Adar 14, 2019 19:20 Asia/Tehran
  • Retkirina derketina Brîtaniyayê ji nav Yeketiya Ewrûpa ya bêyî lihevkirinê

Parlemanterên Brîtaniyayê derketina ji nav Yeketiya Ewrûpa ya bêyî lihevkirina bi vê yekitiyê ret kirin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Parlemanterên Brîtaniyayê çarşemê şev bi 312 dengên erê li hemberî 308 dengên na, derketina ji nav Yeketiya Ewrûpa bêyî girêdana rêketinnaneyekê tev vê Yekitiyê ret kirin.

Parlemanterên Brîtaniyayê herwisa bi dengdayîneke din bi 374 dengên na li hemberî 164 dengên erê dijberiya xwe digel dirêjkirina muhleta derketina vî welatî ji nav Yeketiya Ewrûpayê hetanî 22 meha Gulana 2019 û kifşkirina dewrana seraderbasbûnê heta Kanûna 2021 ragihandin.

Du pêngavên bêencam ji bo serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê li du şeve bi dû hev pêşeroja wê û partiya Muhafizekar(Parêzkar) a Brîtaniyayê xistiye ber metirsiyê û nezelaliyê.

Parlemanterên Brîtaniyayê sêşemê jî dengê na dane pêşniyara Theresa Mayêî ya çawaniya derketina ji nav Yeketiya Ewrûpayê.

Parlemana Brîtaniyayê bi 391 dengan li hemberî 242 dengên erê , rêketina Brexitê ret kirin.