Sibat 21, 2019 11:38 Asia/Tehran
  • Li Bengladeşê şewat Herî kêm 70 kes mirin

Şeva borî li Bengladeş di encama şewatekê de li devera kevn a pirnifûsa Dakkayê paytexta vî welatî herî kêm 70 kes mirin.

Li gorî agahiyên Ajansa Fars Newsê, şeva borî agirê bi avahiyeke pirnifûs a Paytexta Bengeledeşê ket û ev agira derbasî avahiyên kêlekê jî bû û şewatek mezin li devera kevn a Dakkayê qewimî.

Hat gotin ku di encama wê şewatê de heya niha  herî kêm 70 kes mirine û gelek kes jî hîn di nav agir de asê mane, ji ber wê jî tirsa wê heye hejmara miriyan zêde bibe. Tê gotin ku zûde ji 46 kes jî birîndar bûne.

Tê gotin ku şewat heta niha jî didome lê beşek mezin jê hatiye vemirandin.

Rayedarên berpirs dibêjin ev şewata di encama teqînekê li embara kîmyawî ya avahiya pênc qatî de qewmî.