Îstifaya sê parlimanterên Muhafizekar ên Brîtanyayê ji partiya serdest
Medya brîtanyayî li bara cudabûna sê nûnerên partiya serdest a muhafizekar li parlemana vî welatî û tevlîbûna wan li tevgera teze damezryayî agahî dan.
Li gorî rapora Sky Newsê, sê nûnerên partiya serdest a muhafizekar ku serokatiya wê ser milê serokwezîra Brîtanyayê ye, bona protestokirina meselên derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewrûpayê, Brexitê îstifa dan.
Li gorî vê raporê, van sê nûnerên parlemana Brîtanyayê tevlîbûna xwe li nav koma teze damezrandî ya koma serbixwe li parlemanê raghandin û li kêleka heşt endamên îstifakirî yên partiya dijber a karkir bûn endamê vê komê.
Îstifaya van sê endamên parlemana Brîtanyayê derbeyek li hewldanên Trêza Mêy bona yekgirtîkirina partiya wxe bona bernameyên têkildarî Birexitê tê hesabê û serokwezîrê Brîtanyayê di rewşeke lawaztir datîne ber parlemanê.
8 Kes ji qanûndanerên endamê partiya karkir a Brîtanyayê jî di dewama rewşa aloz a siyasî ya vî welatî, roja duşemiyê îstifaya xwe ji vê partiyê ji ber nihêrîna Cêrmî Korbîn rêberê partiya karkir li hember Brexitê raghandin.
Brîtanya biryar e 29 Adara 2019`an ji Yekitiya Ewrûpayê derkeve.
Nûnerên meclisa Ewama Brîtanyayê, dengê na dane hevhatina dewleta vî welatî û Yekitiya Ewrûpayê li bara Brexitê.