Sibat 18, 2019 11:11 Asia/Tehran
  • Madûrî: Amerîka jibo êrîşa li ser Vinêzoêlayê li mehneyekê digere

Serokomarê Vinêzoêlayê ragihand: Amerîkayê li mehneyekê digere ku êrîşa leşkerî bibe ser Vinêzoêlayê.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyonî ya El Cezîreyê, Serokomarê Vinêzoêlayê, Nîkola Madûro got: Di serdema serokomartiya Donald Trump li Amerîkayê da, komeka tundrê û zêdegavan bûne desthilatdar ku hewil didin bi darbeya dijî dewleta Vinêzoêlayê li vî welatî bibin serdest.

Serokomarê Vinêzoêlayê derbarê şêwaza danûstandina digel dijberên navxweyî jî got: Ez hertim ji lidarxistina gotûbêjê digel aliyên dijber pêşwaziyê dikim.

Madûro got: Gelê Vinêîzoêlayê li dû şêrr nînin û tenha xwesteka wan ev e ku Amerîka destê xwe li karên navxweyî yên Vinêzoêlayê wernede.

Serokomarê Vinêzoêlayê got: Amerîka niha li dû wê ye ku mehneyekê jibo êrîşa li ser Vinêzoêlayê peyda bike da ku ji vê rêyê êrîşa hitmalî li ser Vinêzoêlayê rewa nîşan bide.

Xuwan Guwaydo Rêberê dijberên dewleta Vinêzoêlayê 23ê Çileyê bi kiryareka neqanûnî û bi Çiraya Kesk a Amerîkayê, Ewropa û hinek ji welatên navçeyê, xwe wek serokomarê xwebinavkirî yê Vinêzoêlayê da zanîn.

Ev li halekî ye ku gelê Vinêzoêlayê sala 2018an di hilbijartina seranserî bi dengê vebirr, Nîkolas Madoro wek serokomarê vî welatî hilbijart.

Tevî hebûna piştevaniya Amerîkayê, Rêjîma Siyonîst û hin welatên ewropî û navçeyê ji Guwaydo, Rûsiye, Îran, Çîn, Tirkiye, Bolîvî, Mêkzîk û welatên din ragihandin ku Nokîlas Madoro wek serokomarê Vinêzoêlayê bi fermî nas dikin.