Sibat 14, 2019 12:24 Asia/Tehran
  • Şermezarkirina êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê ji hêla welatên cîhanê ve

Şeva buhurî otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka têrorîstî ku di encamê da 27 kes şehîd û 13 kes jî birîndar bûn. Ev êrişa têrorîstî ji hêla welatên cîhanê va hat şermezarkirin.

Sefîrên Otrîş û Swêdê li Têhranê êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê şermezar kirin.

Sefîrê Otrîşê li Têhranê Stefan Scholz li rûpela xwe ya Instagramê nivîsî: Bi dehan mirovî di encama êrişeke têrorîstî li Sîstan û Belûçîstanê da canê xwe ji dest dan, her karekî têrorîstî divê were şermezarkirin.

Sefîrê Otrîşê li Têhranê Stefan Scholz ji hêla welatê xwe va sersaxî da malbatên gorîyên êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê û ji bo birîndaran jî şefaya lezgîn hêvî kir.

Sefîrê Swêdê li Îranê Helena Sangland jî li rûpela xwe ya Twwiterê nivîsî: Êrişa xwekujîyê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê nîşan da ku hîç welatek ji wehşeta tundrêtî û şîdetê ne di nava ewelhîyê da ye.

Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê jî êrişa têrorîstî ya li Sîstan  û Belûçistanê bi tundî şermezar kir û pêgirî li ser hevkarîya welatên navçê ji bo jinavbirina têrorîsmê kir. 

Wezareta Karên Derve ya Pakistanê jî êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê li başûra rojhilata Îranê şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Pakistanê Mihemed Feysel şeva buhurî xwe şirîkê xema dewlet û gelê Îranê û malbatên şehîdên vê êrişa têrorîstî zanî.

Wî herwiha got: Pakistan her cure karê têrorîstî şermezar dike.

Hizbullaha Libnanê jî di daxûyanîyekê de êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê li başûra rojhilata Îranê şermezar kir û ragihand: Amerîka, Israyîl û hevpeymanên navçeyî yên wan li pişta vê cinayeta rezîl in.

Hizbullaha Libnanê di dewama daxûyanîya xwe da herwiha ragihand ku komên têrorîst ku Amerîka û Israyîlê û hevpeymanên wan ên navçeyî damezirandin rola wan di vê cinayetê da heye.

Şeva buhurî otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka xwekujîyê.

Navenda Leşkerî ya Qudsê a Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî şeva buhurî di daxûyanîyekê da ragihand ku 27 kes di encama wê êrişa têrorîstî  de 27 şehîd û 13 kes jî birîndar bûne.

Koma têrorîstv a Ceyş ul Zulmê şeva buhurî di daxûyanîyekê de berpirsîya vê cinayetê da ustîyê xwe.

Vê koma têrorîst heta niha berpirsîya çend têror û kuştinên li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ji wan şehîdkirina 9 sînorparêzên îranî li navça Mîrcawê ku di 26`ê Nîsana 2017`ê da qewimî, daye ustîyê xwe.