Sibat 14, 2019 08:12 Asia/Tehran
  • Kongira Amerîkayê dengê Erê da rawestandina piştgirîya vî welatî ji Hevalbendîya Seûdî di şerê Yemenê da

Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê dengê Erê da pêşnumaya rawestandina piştgirîya leşkerî ya vî welatî ji şerê Hevalbendîya Seûdî li Yemenê.

Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê şeva buhurî bi 248 dengên Erê û 177 dengên Na pêşnumayek pejirand ku li gorî wê endamên Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê xwestin ku Amerîka piştgirîya vî welatî ji Hevelbendîya Seûdî di şerê Yemenê da rawestîne.

Lloyd Doggett endamê Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê di civîna hilkolandina pêşnumaya rawestandina piştgirîya leşkerî ya Amerîkayê ji şerê Erebistanê li Yemenê da got ku ne pêkan e ku rê were dayînê qirrkirina li Yemenê were domandin û kesên li Amerîkayê sermalîyê didin xercê wê bidin.

Wî endamê Meclisa Parlimana Amerîkayê pêgirî kir ku Serokomarê vî welatî Donald Trump divê peywendîyên digel rêjîma sûckar û cinayetkar a Seûdî ku bûye sedema kareata herîmezin a mirovî ya cîhanê li Yemenê, qut bike.

Lloyd Doggett endamê Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê herwiha got: Seûdî çekên amerîkî didin endamên Al Qaidê û ji bo kuştina nûçegîhanekî niştecihê Amerîkayê plankarîyê dikin.

Eliot Engel endamê Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê jî got ku pêwîst e niha ji bo rawestandina kuştina zarokan li Yemenê gav bê avêtinê nemaze li gorî ast û berfiretîya karesata ku li Yemenê diqewime.

Berî Kongirê, endamên Meclisa SÊna ya Amerîkayê jî bi 60 dengên Erê li hemberî 39 dengên Na pêşnumaya rawestandina piştgirîya leşkerî ya Waşîngtonê ji Erebistanê di şerê Yemenê da pejirandibûn.