Sibat 13, 2019 14:39 Asia/Tehran
  • Rapora

Rojnameyeka Brîtanyayî beşdariya ewropaiyan li Komcivîna Amerîkî ya Wersawê sînordar û lawaz da zanîn.

Li gorî nivîsîna rojnameya Guardianê, Welatên nasyar ên ewropî di asta nizim da û bi awasyekî sînordar beşdarî Komcivîna Wersawê bûne.

Vê rojnameya Brîtanyayî her wiha ragihand: Ji du welatên Fransa û Almanyayê tenê dîplomatên pilenizim beşdar bûne û Cirmî Hant wezîrê karên derve yê Brîtanyayê jî ragihndiye ku dil heye ewê zûka terka komcivînê bike.

Guardinanê ragihand: Fêdêrîka Mogirîniya Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê jî ji ber pênaseya dijî Îranê ya vê komcivînê naxwaze têda beşdar bibe.

Civîna Wersawê ku Mayk Pompêo, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê plandarêjê wê ye, ji îro anku Sêşemiyê va bi qasî du rojan li Wersawa paytexta Polonyayê tê lidarxistin.

Amerîkayê destpêkê ragihand ku ev komcivîn bi mebesta sekinîna li hemberî Îranê tê lidarxistin; Lê ji ber pêşwazînekirina welatan neçar bû ku rojeva fermî ya komcivînê biguherîne û mijara bingehîn û sereke ji ser Îranê biguherîne.

Pompêo vê dawiyê ragihandiye ku Komcivîna Wersawê dê bala xwe bide ser Rojhilata Navînê.

Wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf tevî amajeya bi rewşa serdest li pêvajoya amadekirina Komcivîna Wersawê û pêşwazînekirina welatan ji wê, got: Ev civîn beriya ku destpê bibe, têkçûyî ye.