Daxwaza Maduro bona piştgiriya OPEC`ê ji Venezuelayê li hember boykotên Emerîkayê
Serokkomarê Venezuelayê xwest ku OPEC bila ji pêşeya niftê ya vî welatî li hember boykotên Emerîkayê piştgiriyê bike.
Li gorî rapora Reuters`ê, Nîkolas Maduro li nameyekê bo Muhemed Barkîndo, sekreterê giştî yê Rêxistina derfiroşerên niftê, OPEC`ê hêvî kir ku Karakas piştgiriya welatên endamê vê rêxistinê bona rawestana li hember mudaxila Emerîkayê li karûbarên navxweyî yên Venezuelayê bi dest bixe.
Maduro di dewama vê nameyê xitabî endamên OPEC`ê nivîsî: Karakas li dû piştgirî û hevkariya we ya cidî bona şermezarkirina zewtkirina bêşermane ya mal û milkên giring ên Venezuelayê wek endamekî giring ê OPEC`ê ye.
Ev nameyê rojekê piştî wê hat şandin ku Emerîkayê boykotên nû li dijî şîrketa niftê ya dewletî ya Venezuelayê nasiyar bi PDVSA`yê cih anîn.
Venezuela yek ji sê berhemhênerên mezin ên OPE`ê tê hesabê ku asta berhemaîna nifta wê piştî qeyrana mudaxile û boykotên Emerîkayê kêm bûye.