Sibat 11, 2019 18:29 Asia/Tehran
  •  Mamostê zanîngeha dewleta Rûsiyê: Îran bêminet bûye

Mamosteyê zanîngeha herî mezin a Rûsiyê diyar kir: Îran li çar dehekên derbasbûyî bûye welatekî pêşektî li Rojhilata Navînê û li piraniya waran jî bêminet bûye.

 Andrê Sîdorof,  serokê kursiya rêxistinên  navneteweyî û pêvajoyên siyasî yên cîhanî li zanîngeha dewleta ya Moskowayê,zanîngeha  herî mzein a Rûsiyê roja duşemiyê li hevpeyvîna bi IRNA`yê re, qutkirina  girêdayîbûna bo biyaniya  ji destkewtên giring ên Inqilaba Îslamî li sala 1979`an li Îranê da zanîn.

 Sîdorof diyar kir: Îran bûye mînaka  cîhanî bo bêminetî û serbixwetiyê ji ber ku kariye li çar dehekên vê dawiyê pêngavên mezin li riya pêşketin û zêdekirina  hêzên xwe li warên curbicur rake.

 Vî mamostê zanîngeha Rûsiyê bal kişand  ser vê yekê ku Îrana  îro li warên  giring ên zanist û teknolojiyê yên mîna zanistên fezayî û navokî li Rojhilata Navîn di pila ewil de ye û got: Komara Îslamî ya Îranê tevî hebûna  zext û zorên Emerîka û hevpeymanên xwe  ev serketin bi dest xistine.

 Sîdorof her wiha hêvî kir ku pêvajoya niha ya geşatiya  peywedniyên Îran û Rûsiyê bi piştgiriya siyasetvanan lezgîntir bibe û tevî xweşbûna rewşê bo berfirehkirina geşatiya hevkariya her du welatan, tu berbendek ji wan boykot nekaribe pêşiya wê bigre.