Sibat 11, 2019 16:51 Asia/Tehran
  • CNN: Îranê dil tineye li hemberî Amerîkayê teslîm bibe

Kanala CNN`ê raporek derbarê merasima Roja 22`yê Behmenê li Têhranê weşand û pêgirî kir ku Îranê dil tineye li hemberî Amerîkayê teslîm bibe.

Vê kanala amerîkî bi serdêra ``çillemîn salvegera serketina Inqilaba Islamî`` ragihand: Îran nîşan dide ku dil tineye li hemberî Amerîkayê û zextên navnetewî teslîm bibe.

Meşa Salvegera Serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê vê sibê bi awayê hevdem li zêde ji hezar şarî û 10 hezar gundên seranserî Îrana Îslamî hat lidarxistin.

Îranîyan di halekî da ku alaya Komara Îslamî ya Îranê bilind kirin, dirûşmên "Mirin jibo Amerîkayê" û "Mirin jibo Îsraîlê" qêrîyan.

Gelê Îranê bi amadebûna berfireh li vê meşê, careka din peymana xwe digel ramanên hezretê Îmam Xumêynî (RE) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê û Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî hezretê ayetullah Xamineyî, dubare kirin.