Sibat 10, 2019 21:30 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana dijberên nêzîkî dewletê û serxwebûnxwazên Katalonyayê li paytexta Spanyayê

Bi hezaran kes li paytexta Spanyayê bona protestokirina muzakirên pêşniyarkirî yên dewletê bi serbixwexwazên navça Katalonyayê xwenîşandan li dar xistin.

 Li gorî rapora Reutrs`ê, li vê xwenîşandanê ku roja yekşemiyê bi organîzekirina partiyên rastgir ên fanatîk û  navîn rê ên dijberê dewletê li Madrîdê hat lidarxistin, xwenîşanderan li halekê ku alaya Spanyayê bilind kiribûn, daxwaza parastina  yekperçetiya vî welatî û lidarxistina hilbijartinên  zûdem kirin.

 Dewleta Sosyalîst a Spanyayê pêşniyara  bijartina  nûnerekî li muzakirên navbera partiyên siyasî daye da ku qeyrana serbixwetiya Katalonyayê were behskirin.

Pêtro Sançiz serokwezîrê Spanyayê tenê yek çaranê kursiyên  parlemanê hene û bona  pejirandina  qanûnên xwe hevceyî bi piştgiriya partiyan ji wan netewexwazên Katalonyayê heye.

 Beşdarên xwenîşandanê gotin ku  dewleta Spanyayê gelek serpişkî dane alîgirên serbixwetiya Katalonyayê û rewşê bi parçekirina welêt amade kiriye.

 Xwenîşandana îro du rojan berî destpêbûna  mehkemekirina 12 kes ji rayedarên  serbixwetîxwaz ên Katalonyayê hat lidarxistin û dewleta Spanyayê li aliyê din rastî dijberiya  serbixwexawazên Katalonyayê hatiye.

 Serbixwexwazên Katalonyayê bi kêmtir ji lidarxistina  giştpirsiya serbixwetiyê qayîl nabin û dewleta navendî ya Spanyayê wê qebûl nake.