Gelê Îtalyayê derketin kolan û çarsiyan
Kolanên Romayê, paytexta Îtalyayê ji duh vû bûne meydana nerazîbûnên gelanî li dijî siyasetên dewletê.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, û ji zarê Doyçê vêlê, ji roja şemiyê ve bi hezaran kes ji îtaliyan bona protestokirina siyasetên dewleta vî welatî li kolanên Romayê nerazîbûnên berfireh li dar xistin.
Nerazîbûn îro jî dom kirin da ku dewlet xwestekên wan hilkolin.
Ev xwenîşandan bi daxûyaniya Yekitiyên herî mezin ên Îtalya û bi slogana `` Pêşerojek bo kar``, li dijî siyasetên dewletê cih hatine.
Asta bêkariyê li Îtalyayê nêzîkî sedî deh e û sêwem welatê Yekitiya Ewrûpayê ji babet amara bêkariyê tê hesabê.
Neraziyan li vê xwenîşandanê bernameyên dewletê rexne kirin û daxaza çareserkirina pirsgirêkên li encama derhata kêm a malnişînan kirin.
Jordebirina xizmetên civakî û baştirkirina asta tendrsutî û dermankirinê, zêdekirina miaşa miaşwergiran û baştiririna rewşa hîndekariyê ji wxestekên xwenîşanderan bû.
Nerazîbûnên li Îtalyayê hevgav e bi nerazîbûnên nasiyar bi êlegzeran li Firansayê ku ji sêzde heftiyan berî ve destpê bûne. Pêştir alîkarê serokwezîrê Îtalyayê piştgirî dabû nerazîbûnên êlegzerên firansî ku ji ber vê meselê nakokî ket peywendiyên navbera Îtalya û Firansayê.